Muş
Li Mûşê xwediyên pez bi germbûna dinyayê ra dest bi pezbirê kirin.
Xwediyên pez ên li zozanê gundê Ilicakaya ku qasî 45 kîlomtre dûrî navendê dijîn û pezê xwe diçêrînin û dest bi pezbirê kirin ku bila giraniya ser pez rabe û bi nexweşiyê nekevin.
Şêniyên li zozanê alîkariya hev dikin û her carê konekî pêz dibirin û hiriya pêz jî difiroşin û jê dahatê qezenc dikin.
Ji xwediyên pez Mehmet Şefî Çetînbaş got ku heyama pezbirînê dest pê kir û wiha dewam kir: "Em di nav 10 deqîqeyî da mêşinekî xelas dikin û di nav rojekê da 60 mêşin tên paqijkirin. Em kîloya hiriyê jî bi 4 lireyî difiroşin.
Ramazan Çetînbaş jî got ku li herêmê qasî 15 hezar pez heye û rojê diçin pezê malekê dibirin.