Jiyan

Li Wanê 4 ton û 500 kîlo masîkefalên hatibûn girtin berdan avê

Necmettin Karaca  | 22.06.2022 - Rojanekırın : 22.06.2022
Li Wanê 4 ton û 500 kîlo masîkefalên hatibûn girtin berdan avê

Van

 Li Muradiyeya navçeya Wanê cendirmeyan dest dan ser 4 ton û 500 kîlo masîkefalên zindî yên bi qaçaxî hatibûn girtin, rayedaran paşê ew avêtin avê.

Di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da ji ber ku xerzên xwe datînin girtina masîkefalan qedexe ye, ji bo rê li ber girtina qaçaxî bê girtin xebat dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê di nav hefteyekê da li Taxên Yalinduz û Karahanê 3 torên dirêjahiya wan 600 û 300 mêtro ye, 3 torên manyat, 4 tilûmên masîgiran, toreke kepçeyê, duçerxî, mont, 110 çewalên vala bi dest xistin.

Di kontrolê da rayedaran 4 ton û 500 kîlo masîkefalên zindî yên bi qaçaxî hatibûn girtin avêtin avê, melzemeyan jî teslîmî Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın