Türkan Tosun
05 Tebax 2020•Rojanekirin: 06 Tebax 2020
Li Mûşê aşvan genimê ku hatiye çinîn di aşê xwe da dihêrin.
Aşvan Ercan Korkmaz ji rojnamevanan ra daxuyand heyama hêrandina genim dest pê kir.
- "Em şev û roj dixebitin"
Korkmaz got ew bi sê cure aş va dixebitin û wiha axivî: "Em bi pergala xwe ya ku genim dişo, zuha dike û dihêre va arê spî çêdikin. Bi pergala duyemîn a fabrîqeyê va em genim elegê dixin û dihêrin. Bi pergala sêyemîn yanê aşê bi kevir ya berê va jî em arê bikapek û lazutan dihêrin. Welatî bi taybetî arê bikapek dixwazin. Em şev û roj dixebitin. Xebata me 3 mehan dewam dike û em qasî 25 ton genim dihêrin. Em ji kesên ku pereyê wan tune serê 10 teneke genimî tenekeyek genim hildidin. Paşê em vî genimî dihêrin dikin ar û difroşin."
- "Min 150 teneke genim anî ku ez bihêrim"
Cevdet Yavuzê ji bo genimê xwe bihêre hatiye aş jî wiha got: "Genimê me li aş tê şûştin û hêrandin. Ez serê sibê zû hatim lê ancax dor hate min. Min 150 teneke genim anî ku ez bihêrim."