Abdullah Tel
05 Tebax 2020•Rojanekirin: 06 Tebax 2020
Xwediyên pez ên li Tetwana navçeya Bitlîsê ku pezên xwe li ber palên Çiyayê Nemrûdê diçêrînin ji bo avdanê wan tînin ser Gola Wanê û di wê rêwîtiyê da dîmenên xweş derdikevin holê.
Gundiyên li gundê Kiyiduzuya ser navçeyê ne keriyên pezên xwe di mehên biharê da derdixin ber palên Çiyayê Nemrûdê û li zozanên wan deran diçêrînin.
Pezên ku li zizanan diçêrîn piştî demekê tînin nav gund û didoşin û paşê jî ji bo avdanê di nav toz û dûmanê da dibin peravên Gola Wanê û pez li wê derê avê vedixwin.
Ji ber meşa keriyê pez toza ji erdê radibe dibe mîna ewrê ji tozê dema roj diçe ava jî dîmenên xweş ji ber vê yekê derdikevin holê.
Ji şêniyên gund Nurullah Ugur daxuyanî da rojnamegeran û got ku di 5 keriyên pez da bi tevahî 3 hezar û 500 serî pez hene û wiha pê da çû: "Em ji bo ku bên doşandin rojê du danan pez tînin. Paşê di rêya bi 15 kîlometre ye da toz û ûmanê li nav hev dixin û tên ser avê û derdikevin zozanan. Dema toz û dûman zêde dibe heywan jî zehmetiyê dikişînin. Li zozanên me ji ber ku av tuneye em mecbûr wan tînin vê derê."