Muş
Li herêma Ûçevlerê ya Mûşê qalindahiya berfê li hin cihan gihîştiye 4 mêtroyan ku ekîb hewl didin rêyên hatine girtin vekin.
Li herêma Ûçevlerê ya ku rêya 10 gund û 21 mezrayan jê derbas dibe ji ber berfa zêde rê hatin girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr her çiqas talûkeya şepeyê hebe jî hewl didin rêyên girtî vekin.
Ekîb li herêma Çiyayê Derecekê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 500 mêtro ye 3 roj in dixebitin.
Serokê ekîbê Nazim Denler ji rojnamevanan ra daxuyand ku ji ber berf û bagerê li hin cihan qalindahiya berfê gihîştiye 4 mêtroyan.
Denler anî ziman ku xebat dewam dikin û wiha axivî: "Rêya 10 gund û 21 mezrayan girtî ye. Li hemberî talûkeya şepeyê dîsa jî em dixebitin. Li herêmê qalindahiya berfê carna digîhêje 4 mêtroyan. Karê me serê sibê dest pê dike. Ji ber berf û bahozê em bi zehmetî dixebitin. Bager rêyên ku em vedikin dîsa digire. Me rêyên alternatîf ên gundên xwe vekir. Armanca me ew e ku em di demeke kin da hemû rêyan vekin."