Li Qersê têkoşîna ekîbên rêveberiya taybet a dijî berfê di demsala biharê da jî didome
Kars
KARS (AA) - Li Qersê ekîb xebatên xwe didomînin da ku rêyên gundan ên girtî vekin ku cih cihan stûriya berfê digihîje 2 metreyan.
Li Qersa li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya derwazeyên raqim bilind lê hene, ekîbên berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê digel barîna berf û bagerê bênavber dixebitin ku rêyên girtî vekin.
Ekîbên ku şev û roj bi makîneyên kar ên wekî greyder, kepçe û rotatîfê têkoşîna xwe didomînin, di demsala biharê da jî xebata dijî berfê dikin.
Ekîb, rêyên ku stûriya berfê cih cihan digihîje 2 metreyan vedikin û welatiyên di rê û bagerê da mehsûrmayî xilas dikin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên ku li navçeya Dîgorê dixebitin, ji bo ku welatî di demsala biharê da jî mexdûr nebin, bi esasê 7/24an di amadebaşiyê da ne.
Şefê şantiyeyê yê Rêveberiya Taybet a Dîgorê Kayhan Hagi ji rojnamegeran ra diyar kir ku di biharê da li herêmê berfeke zêde dibare û wiha dewam kir, "Em bi esasê 7/24an dixebitin ku rêyên Dîgorê neyên girtin. Niha jî em ji bo vekirina rêyên gundên Turkmeşen, Yaylacik, Yemençayir û Şirinkoyê dixebitin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.