İbrahim Yaldız
30 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2023
Li Mûşê du malbatên eqrebayên hev yên ku 3 sal berê pev çûn û bûne neyarên hev bi pêşengiya rûspiyan li hev hatin.
Li gundê Harmanê ya li ser navendê 3 sal berê di navbera du malbatan da pevçûn derket û kesek mir.
Ji wê rojê vir va dijminatiya malbatan dest pê kir ku ew bi hewldana Walî Îlker Gunduzoz, Şaredar Feyat Asya û rûspiyên bajêr li hev hatin.
Li Mizgefta Laleyê ji bo aştiyê merasimek hat lidarxistin.
Bi tekbîr û xwendina Qur'anê her du malbat li hev hatin.
Walî Gunduzoz daxuyand ew kêfxweş in ku dijminatiya malbatan qediya û wiha axivî: "Ji bo ku em şahidiya lihevhatina her du malbatan bikin em hatin bal hev. Em ji bo ku bibin mifteya xêrê li vir in. Soz hat dayîn û ew ji binê Qur'anê der bas bûn. Divê em Qur'anê di jiyana xwe da neqş bikin û soza xwe bi cih bînin. Hêviya min ji Xwedê ew e ku soza me û aramiya me daîm bibe."
Şaredar Asya jî got aştî fedakariyê dixwaze û wiha axivî: "Ez ji ber hesasiyeta wan spasiya malbata Akdenîzê dikim. Em ji ber aştiyê kêfxweş in."