Fevzi Kemal Karagöz,Müslüm Etgü
30 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 03 Tebax 2023
Li Gazîentab û Şanliurfayê germ tengasiyê dide kişandin.
Li Gazîentabê germa hewayê 38 pile hat pîvan û welatiyên ku ji germê aciz bûn, berê xwe dan hewzan.
Gelê Gazîentabê li Taxa Mîmar Sînanê ser Kolana Dr. Asim Guzelbeyê ketin hewz û ser hewz qerebalixî çêbû.
Şêniyên ku neçûn bajarên qeraxê behrê, di hewz da xwe hênik kirin û bêhna wan derket.
Zarok jî bi malbatên xwe ra ketin hewz û wexta xwe derbas kirin.
Ji welatiyan Arif Furkan Gulşen ji nûçegihanê AAyê ra got, "Me dawiya hefteyê kir firsend. Hewa pir germ e. Ev der jî cihekî xweş e."
Ferît Gelecî jî diyar kir kir ku li bajêr hewa pir germ e û wiha dewam kir, "Em tên hewzan û hênik dibin. Em li vê derê wextekî xweş derbas dikin. Ji ber ku li bajêr behr tuneye, em tên hewzan."
- Şanliurfa
Li Şanliurfaya ku hewa lê pir germ e jî şêniyên bajêr ji bo ku hênik bibin berê xwe dan park û baxçeyan.
Li bajêr germa hewayê 40 pile hat pîvan, termomêtreyan jî 43 pile nîşan da. Zarok jî ketin hewzên xemlê ku hênik bibin.