Halil İbrahim Sincar
25 Gulan 2025•Rojanekirin: 26 Gulan 2025
Li navçeyên Mêrdînê Qiziltepe û Nisêbînê agirê ku bi zeviyên genim ket, ji hêla ekîbên îtfaiyeyê hat temirandin.
Li taxa çolterê Çitlibagê ya Qiziltepeyê û taxa çolterê ya Yazyurtê ya Nisêbînê ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin, agir bi tîrên genim ket.
Bi tesîra bayê va agir di kurtedemekê da geş bû. Her wiha şewat bi midaxeleya welatiyan û ekîbên îtfaiyeyê yên bi agahdarkirinê çûn herêmê, hat temirandin.
Hat tesbîtkirin, li Çitlibagê 100 û li Yazyurtê jî 55 dekar tîrên genim şewitîn û zirar gihîşt boriyên avdêriyê.