Servet Taşdemir
26 Gulan 2025•Rojanekirin: 27 Gulan 2025
Li Tetwana navçeya Bidlîsê otomobîlê li bira pez xist û 12 mih mirar kirin, şofêr birîndar bû.
Otomobîla ku V.O.D. diajot û plaqeya wê 35 ND 853 ye, li ser rêya Bidlîs-Tetwanê, texma Rehwayê li bira pezê ku derbasî aliyê din ê rê dibû, xist.
Di qezayê da şofêrê otomobîlê birîndar bû, 12 mihên birê mirar bûn.
Li ser êxbarê ekîbên tenduristî û cendirmeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Şofêrê ku birîndar bû, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.
Çûyîn û hatin demekê bi kontrolî hat kirin, lê piştî paqijkirina rê trafîk normal bû.