Li Kanîreşê bi biharê ra welatiyan pez û dewarê xwe berda çolê
Bingöl
Li Kanîreşa (Karliova) navçeya Bîngolê bi biharê ra welatiyan pez û dewarên xwe berdan çolê.
Li Kanîreşê bi germbûna hewayê ra çêrgeh û tebîet şên bûn û welatiyan pez û dewarên xwe berdan çolê.
Welatiyên ku bi qasî 6 meh e pez û dewarên xwe di tewle û goman da xwedî dikin wê 15 roj bi şun da jî berê xwe bidin zozanan.
Ji welatiyan Mustafa Koylu diyar kir mîna her sal îsal jî zivistaneke dijwar derbas kirine û got ku bi germbûna hewayê û biharê ra me pez û dewarên xwe berdan çolê.