Jiyan

"Hingivê Munzurê" yê li cihên bilind ên Tunceliyê tê girtin işareta coxrafî wergirt

Sidar Can Eren  | 17.04.2024 - Rojanekırın : 18.04.2024
"Hingivê Munzurê" yê li cihên bilind ên Tunceliyê tê girtin işareta coxrafî wergirt

Tunceli

 Li Tunceliyê "Hingivê Munzurê" yê li cihên bilind ji gelek cureyên kulîlk û nebatan tê girtin, işareta coxrafî wergirt.

Ji bo tescilkirina hingivê ku li bajêr ji mêj va tê hilberîn, Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê ket liv û tevgerê û serîlêdan kir.

Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk serîlêdan nirxand û bi navê "Hingivê Munzurê" işareta coxrafî da hingivê ku li herêmê tê hilberîn.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Yavuz Suat Pala jî der heqê xebatên tescilê da digel Walî Bulent Tekbiyikoglu li meqamê wî hevdîtin pêk anî.

Pala piştî parvekirina agahiyên pêwîst, belgeya tescila işareta coxrafî teqdîmî Tekbiyikoglu kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın