Li Hatayê daholvanê 75 salî 20 sal e welatiyan radike paşîvê
Hatay
Li Altinozuya navçeya Hatayê daholvan Talîp Îsterê 75 salî 20 sal e defê dixe û welatiyan radike paşîvê.
Talîp Îsterê li taxa Fatîkliyê dijî wek "Daholvan Apê Talîp" tê nasîn û di mehên remezanê da welatiyan radike paşîvê.
Îster dahola ku 20 sal berê şaredarê wê demê diyariyê wî kiriye hildide û derdikeve kuçeyan.
Temenê wî mezin be jî ew karê xwe pir hez dike û debara mala xwe jî him bi mehaneya kalbûnê û him jî bi lêxistina defê va dike.
Îster ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew gel radike paşîvê û wiha axivî: "Mehaneya min a kalbûnê heye, ji bilî vê di remezanê da alîkarî tên. Ez jî li hemberî van alîkariyan 20 sal e wek daholvanê remezanê însanan radikim paşîvê. Ew jî çay, şekir, maqarne, birinc û savar didin min. Ez û hevjîna min em wisa debara xwe dikin. Ez pir kêfxweş im. Şikir ji Xwedê ra di vê meha bimbarek da ez daholê dixim. Heta qeweta min hebe ezê di mehên remezanê da daholê bixim."