Jiyan

Mînderên ku jinên Çuxurovayî çêdikin li Îtalyayê tên pêşandan

Bekir Ömer Fansa  | 15.04.2021 - Rojanekırın : 18.04.2021
Mînderên ku jinên Çuxurovayî çêdikin li Îtalyayê tên pêşandan Bekir Ömer Fansa - AA

Adana

 Du hezar û 500 mînderên puf ên 300 jinê malan li Edeneyê çêkirin ew ê bişînin Îtalyayê.

Kadineliya Koperatîfa Xebitandin û Hilberînê ya Hewla Jinan û saziyeke amûrên malan difroşe ya Îtalyayê peyman çêkirin, li gor peymanê pîlan dikin ku partiya ewil a mînderên jinê malan çêdikin di gulanê da bişînin Romayê.

Zeynep Kirilmişa seroka koperatîfê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di banê koperastîfê da marqeya "Bîkadin"ê ava kirin û tescîla wê hildan û xebatên xwe didomînin.

Kirilmişê destnîşan kir ku piştî avakirina koperatîfê ji Bernameya Piştgiriya Koperatîfan a Wezareta Bazirganiyê hîbe sitandin û pê xebatên xwe qewîn kirin. Kirilmişê got bêyî îxracat kar baş nameşa li ser vê ji xwe ra li bazarê geriyan.

Kirilmişê diyar kir ku bi piştgiriya Midûriyeta Bazirganiyê ya Edeneyê di encama hewlan da bi saziyeke Îtalyayê ya amûrên malan difroşe ra li hev kirin û 2 hezar û 500 mînderî bifroşin û wiha pê da çû:

"Ew jî em jî bawer dikin ku em ê karekî baş bikin. Lêbelê ji ber ku em ê cara ewil îxracatê bikin em hin karên burokratîk nizanin. Em ê li gor standardên wan amûran bişînin. Ecemîtî heye lêbelê em kelecanî ne. Ji firotina amûran em kareke kêm bikin jî dixwazin karekî serkeftî bikin. Em ê di vî karî da kar bidin kêm û zêde 300 jinî. Dema keda jinên herêma me li Ewropayê were firotin ew ê kêrî me bê. Keda jinan ew ê berdela xwe bibîne. Em ê cara ewil îxracatê bikin. Ev ji bo me dibe motîvasyoneke mezin. Lewra dema tiştan difroşin Ewropayê bi hêsanî dikarin bifroşin welatên din jî.

- "Hem derûniya me baş dibe hem jî em pere qezenc dikin"

Fîlîz Yilmaza bi xuşka xwe ra mînderan li dar dixe got ji bo tevkariyê bide butçeya malê bi koperatîfê ra peyman çêkir.

Yilmazê got li malê li gor xwe tişt çêdikirin û wiha pê da çû:

"Şikur me bi vê derê ra têkilî danî. Em li gor vê xwe amade dikin û karê xwe didomînin. Kêrî mala me û budçeya me tê, em zarokên xwe didin xwendin. karên wiha derûniya me jî serast dikin. Xêncî karên malê dema derdikevin derva bîna merivan derdikeve. Em li vê derê bîna xwe didin, hem derûniya me baş dibe hem jî em pere qezenc dikin."

Fulya Duzdalê jî destnîşan kir ku ji bo tevkariyê bide aboriya malê karên wiha dike.

Duzdalê diyar kir ku piştî karên malê ji bo koperatîfê mînderên puf çêdike û wiha axivî: "Fikra min ew e ku dema îxracat hebe karê me jî wê zêde bibe. Em ê demdirêj bixebitin, ev ê ji bo me rind be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın