Eşber Ayaydın
15 Nîsan 2021•Rojanekirin: 20 Nîsan 2021
Kebaba cegerê li Şanliurfayê di nav tehmên herî girîng da cih digire û kesên ku tehma wê dinihêrin, dibin heyranê wê û li bajêr di fitar û paşîvê da ji xwarinên ku herî zêde tên xwarin yek jî ev e.
Kebaba cegerê li Şanliurfayê di nav tehmên herî girîng da cih digire û kesên ku tehma wê dinihêrin, dibin heyranê wê û li bajêr di fitar û paşîvê da ji xwarinên ku herî zêde tên xwarin yek jî ev e. ( Eşber Ayaydın - Anadolu Agency )
"Kebaba cegerê ya Urfayê" hatiye tescîlkirin û kesên ku dixwin tehma wê di binê zimanê wan da dimîne.
Ji ber ku di çarçoveya tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da derketina derva sînordarkirî ye, cegerhez nikarin herin ber serê mangalê, lêbelê dîsa jî loqante di nav pakêtan da cegerê serwîs dikin û cegerhez ji vê tehmê bê par namînin. Şêniyên Şanliurfayê weke pakêt cegerê dixwazin û di fitar û paşîvê da dixwin.
Hosteyê cegerê Bekir Yuksekyayla daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, kebaba cegerê ji tehmên jêneger ên Şanliurfayê yek e.
Yuksekyayla diyar kir, di wextê asayî da ceger di her saetên rojê da tê xwarin, di meha remezanê da jî di navbera fitar û paşîvê da pir tê xwestin û wiha dewam kir, "Ji ber pandemiyê mişteriyên me nikarin werin vê derê, lê em jî mişteriyên xwe bê ceger nahêlin. Em li vê derê cegerê dipêjin, germe germ pakêt dikin û dişînin navnîşanên wan."
Li Şanliurfayê tehma jêneger a remezanê kebaba cegerê di pakêtan da digihêje hezjêkeran
Yuksekyayla destnîşan kir ku di meha remezanê da jî xwarina cegerê kêm nebû û wiha dewam kir: "Xwarina cegerê kêm nebû. Li Şanliurfayê di mehên remezanê da rojane nêzî 3 ton ceger tê pijandin û xwarin. Urfayî dev ji cegerê bernadin."
Mehmet Yucelê ku pakêta dibe malan jî got ku ji ber şewbê mişterî bi têlefonê sparîş didin û wiha dewam kir:
"Sparîşa ku em bi têlefonê hildidin, em demildest dibin û mişterî li ber derî me pêşwazî dikin. Di remezanê da jî ceger pir tê xwarin, herî zêde di paşîvê da tê xwarin. Em jî xwe pê ra nagihînin. Em 5 kes pakêtan bela dikin, em dibin her derê Karakopruyê, em di 15-20 deqîqeyan da cegeran digihînin navnîşanan."