Li Gazîentabê ketina berfê rûyê cotkaran geş kir
Gaziantep
Li Îslahiyeya navçeya Gazîentabê cotkar bi ketina berfê şa bûn.
Serokê Odeya Ziraetê ya Îslahiyeyê Osman Erdogan daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, piştî hişkahiya par û tengasiya av û avdêriyê bi derbasbûna sala 2026an ra berf ket û cotkar pê şa bûn.
Erdogan destnîşan kir ku axa Deşta Îslahiyeyê bi xêr û bereket e, li navçeyê ser nêzî 150 hezar dagarî genim û ceh, li ser 25 hezar donimî îsotên sor, ser 50 hezar dagarî tirî hatiye danîn, li ser van erdan cara duyem jî garis û pembû tê danîn.
Erdogan diyar kir, ji sala 2022yan vir va têra xwe berf û baran nabare û ev jî cotkaran dixe tengasiyê û wiha dewam kir, "Li serê mêtreyê nêzî 40 kîloyî berf ket. Bi ketina vê berfê ra em li bendê ne ku bendavên me jî tijî bibin. Înşellah ava cotkarên me wê zêde bibe û wê sezoneke bi xêr û bereket derbas bikin. Sala berf bikeve ew sal saleke bi xêr û bereket e."
