Cüneyt Çelik
08 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2026
Li Qersê şembelûk bi ser otomobîlê da ketin û di encamê da ajokar birîndar bû.
Li Taxa Ortakapiyê li ser Kuçeya Gokçeyê, E.O.U. (22) dema otomobîla xwe ya plaqe 06 VAY 91 parq dikir, şembelûk ji baniyê avahiyê hatin xwarê û bi ser jora erebeyê da ket.
Ji ber şembelûka mezin a bi ser erebeyê da ket, ajokar birîndar bû û her wiha cama li ser erebeyê va vedibe û tê girtin jî hûrhûrî bû.
Li ser îxbara kesên li derdorê, ekîbên polês û tenduristiyê hatin sewqkirin.
Ajokarê birîndar bû bi ambulansê rakirin Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafkasê.
Kêliya şembelûka bi ser wesayîtê da ket ji hêla qameraya ewlehiyê va hat qeydkirin.