Li Stenbolê ji ber bayê gur 45 dar welgeriyan, 89 ban firiyan
Walîtî: "Li Stenbolê ji sibehê va ku bayê gur ê bahoz bi bandor e heta saet 18.00an 45 dar welgeriyan, 89 ban firiyan û 214 îxbarên parçeyên xetere ne, rûxîna avahiyeke mişemir, hilweşîna dîwarekî sîtinadê bi tevahî 350 îxbar hatin kirin"
Istanbul
Walîtiya Stenbolê ragihand ku li bajêr ji sibehê va ku bayê gur ê bahoz bi bandor e heta saet 18.00an 45 dar welgeriyan, 89 ban firiyan û 214 îxbarên parçeyên xetere ne, rûxîna avahiyeke mişemir, hilweşîna dîwarekî sîtinadê bi tevahî 350 îxbar hatin kirin."
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku li gor daneyên Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê dihat payîn ku ji sibehê va dê li bajêr bayê gur û bahoz bi bandor be û di vê çarçoveyê da hişyariyên hewce hatin dayîn.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku bayê gur û bahoz ji saet 05.00an pê va li herêmê bi bandor bû û hat destnîşankirin ku tê payîn ku bahoz bandora xwe saet heta 22yan bidomîne.
Di daxuyaniyê da hat xwestin ku welatî bila hember firînên bana, jehrîketinên karbonmonoksît û xaza sirûştî û lehiyê bi tevdîr bin û ev hatin gotin:
"Li Stenbolê ji sibehê va ku bayê gur ê bahoz bi bandor e heta saet 18.00an 45 dar welgeriyan, 89 ban firiyan û 214 îxbarên parçeyên xetere ne, rûxîna avahiyeke mişemir, hilweşîna dîwarekî sîtinadê bi tevahî 350 îxbar hatin kirin"
- "Ekîbên AFAD, îtfaiye, tenduristiyê midaxeleyî îxbaran kirin û di bûyerên ku ji ber bahozê çêbûn da welatiyekî me sivik birîndar bû. Ji hêla din va Midûriya Giştî ya Ewlehiya peravan ji ber bahozê Geliyê Stenbolê dualî ji trafîka keştiyan ra girt, ji saet 17.00an pê va dîsa ji trafîka keştiyan ra hat vekirin. Hemû seferên Otobêsên Behrê yên Stenbolê (ÎDO) û Otobêsên Behrê yên Bursayê (BUDO) û hemû seferên girêdayî kargêriya Xetên Bajêr hatin betalkirin. Li Balafirgeha Stenbolê 32 jê xetên navxweyî, 32 jê jî xetên derva bi tevahî 64 sefer hatin betalkirin, li balafirgeha Sabîha Gokçenê jî 31 jê xetên navxweyî û 2 jê xetên derva bi tevahî 33 sefer hatin betalkirin. Ji ber bahozê li Tuzlayê 37, li Pendikê 7 û li Qertelê jî 1 bi tevahî 45 lotkeyan zirar dît."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.İstanbul'da etkili olan şiddetli fırtına nedeniyle birçok ilçede devrilen ağaçlar araçlarda hasara neden oldu https://t.co/OXTAzR5C3T pic.twitter.com/dQBF6KoKeg
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) January 8, 2026
