Ji bo başûr û rojavayê Rojhilatê Anadoluyê hişyariya berfê hat dayîn
Ankara
Ji bo başûr û rojavayê Rojhilatê Anadoluyê hişyariya berfê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li Erzîncan û Tunceliyê ji serê sibê pê va û li Mûş, Bîngol, Bidlîs, Hekarî, başûrê Wanê, bakurê Batmanê û bakurê rojhilatê Dîyarbekirê jî ji nîvro pê va tê payîn ku berf bibare.
Hat gotin tê pêşbînîkirin ku berf wê heta sibêha şemiyê dewam bike.
Ji ber berfa zêde û li hemberî astengiyên di hatin û çûyînê da, qeşa, cemed û şepeya li deverên bilind yên bi berf hişyarî hat dayîn û hat gotin divê welatî baldar û bi tevdîr bin.
