Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Tevhid Furkan Nehri,Günay Nuh
14 Adar 2026•Rojanekirin: 15 Adar 2026
Berf û hewaya sar bandorê li Erzirom, Qers û Erdexanê dike.
Berfa ku duh bi şev li Erziromê dest pê kir, bajar sipî kir.
Wesayît, dar û rêyên peyayan bi berfê hatine pêçan û germahiya hewayê ya şevê di bin sifrê da 7 pile hat pîvandin.
- Qers
Berfa ku duh li Qersê dest pê kir û cî bi cî berdewam dike, bandoreke neyînî li ser jiyana rojane dike.
Bi barîna berfê ra her der sipî bû û tîmên Şaredariya Qersê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.
Li navçeya Sariqamîşê, daristanên çaman û dar bi berfê hatin nixumandin. Çûk li xwarinê digeriyan û hin dikandaran xwarin dan çûkan.
Ji ber hewaya sar, li ser banên avahiyan qeşayên dirêj çêbûn.
- Erdexan
Berf û hewaya sar bandorê li Erdexanê jî dike.
Germahiya hewayê bi şev li bajêr di bin sifrê da 10 pile hat pîvandin.
Ji ber sermayê li ser rê û peyarêyan û çeman qeşa çêbû. Derdor jî ji ber berfê sipî bû.