Jiyan

Li Wanê otomobîl û tir li hev qelibîn, 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

Orhan Sağlam  | 14.03.2026 - Rojanekırın : 15.03.2026
Li Wanê otomobîl û tir li hev qelibîn, 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn Van Büyükşehir Belediyesi İtfaiyesi

Van

Li Gewaşa navçeya Wanê otomobîl û tir li hev qelibîn, di encamê da 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.

Li rêya Wan-Bidlîsê otomobîla bi plakaya 34 ACK 344 û tira bi plakaya 13 AHH 552 yên ku navê ajokarên wan nehat hînbûn li hev qelibîn.

Li ser îxbara kesên hawirdor ekîbên cendirme, tenduristî, AFAD û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.

Di qezayê da ji heman malbatê 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Ekîban birîndarên ku di wesatîtê da asê mabûn ji cî derxistin û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gewaşê.

Rêya ku ji ber qezayê hatibû girtin piştî xebatan dîsa ji trafîkê ra hat vekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın