Türkan Tosun
18 Adar 2021•Rojanekirin: 18 Adar 2021
Li Erzirom, Qers û Erdexanê berf barî, bajêr bi berfê nixûmîn.
Li Erziromê şev berf barî, banê xaniyan û wesayît bi rengê spî nixûmîn. Piştî ku tav derket berf heliya.
- Erdexan
Li Erdexanê jî barana ku êvarê barî şûna xwe ji berfê ra hîşt.
Berfê serê sibê zêde kir û li cihên bilind jî bager çêbû.
-Qers
Li Qersê jî berfa ku şev barî heta sibê dewam kir.
Li navçeya Sariqamîşê her der spî bû. Welatiyan berfa li ber derê mal û kargehên xwe paqij kirin.
Xebatkarên Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejayê li ser rêya Sariqamîş-Qers û Sariqamîş-Erziromê berfê paqij kirin.