Abdullah Tel
17 Adar 2021•Rojanekirin: 17 Adar 2021
Mirîşka bet a ku birîndar hatibû dîtin li Navenda Rehabîlîtasyon û Parastina Heywanên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê derman kirin û ekîba Midûriyeta Herêma 14mîn a Parqên Neteweyî û Parastina Siruştê jî ew berî dehlê da.
Li Bidlîsê sê meh berê ekîba cendirmeyan mirîşka bet a baskê wê şikestibû û nesla wan li ber qelandinê ye û di nav "lîsteya sor" da cî digire, dît.
Rayedaran mirîşka bet piştî pêvajoya rehabîlîtastonê bir Mûşê û di bin çavdêriya ekîban da li wê derê berî Deşta Mûşê dan. Her wiha ji gelek bajaran 30 çavdêrên çûkan hatin û wêneyên mirîşka bet kişandin.