İbrahim Atmaca
18 Adar 2021•Rojanekirin: 18 Adar 2021
Li Wanê berf û bagerê rêya 19 tax û gundan girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê li Başkaleyê rêya 3 taxan, li Bahçeserayê rêya 3 taxan û li Gurpinarê rêya 13 taxan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan xebat da destpêkirin. Li navenda bajêr jî ji ber ku mesafeya pêşdîtinê kêm bû, şofêran tengasî kişand.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa ewrayî, şilope û berf tê payîn.
Li herêmê germa hewayê di navbera 2 û 4 pileyan da wê kêm bibe.
Germa hewayê ya herî zêde li Wanê 9, li Hekarî û Mûşê 8, li Bidlîsê 2 pile tê payîn.
Ji ber ku li ber pal û berpalan xetereya şepeyê heye, divê welatî baldar bin. Her wiha divê seba qeşa û cemedê û bagerê jî bi tevdîr bin.
- Li Mûşê rêncber di sir û sermayê da tengasiyê dikişînin
Li Mûşê rêncberên ku li gundên bilind dijîn li ser dirûngeya berfê alif didin heywanên xwe.
Rêncberên gundên Doganca û Aşagiçîmenê yên li ser navçeya Vartoyê di şert û mercên dijwar ên zivistanê da heywanên xwe îhmal nakin.
Ji rêncberan Çagdaş Tural diyar kir, bi nêzîkbûna biharê ra rêncber plan dikin ku heywanên xwe li mêrg û mexelan biçêrînin, lê rewşa hewayê destûrê nade vê yekê.
Çagdaş diyar kir, berf û baranê planên wan xerab kirin û wiha dewam kir, "Berfa erdê heliyabû. Me dest bi amadehiyên çêrandina heywanên xwe kiribû. Em vêga dîsa heywanên xwe li ser berfê şîv û taştê dikin. Mesaiya me ya dijwar dewam dike."