Haydar Şahin
18 Adar 2021•Rojanekirin: 19 Adar 2021
Welatî Çiyayê Tekeltiyê yê li Tuzlucaya navçeya Îdirê ji ber şikl û şemalê dişibînin K2ya çiyayê herî mezin ê 2yan ê dinyayê. Çiya bi xweşikahiyên tebiî û taybetiyên ji bo hilpasbûnê va bala çiyager û welatiyan dikişîne.
Çiyayê Tekeltiyê her demsalê hem ji bo werzişvanên sporên tebîetê hem jî ji bo welatiyên tên herêmê dibe rawestgeh.
Çiyayê Tekeltiyê 2 hezar û 500 mêtro bilind e, li başûrê Newala Eres û li texma Çiyayê Eres cî digre. Çiya bi dîmenên xwe yên balkêş va ji bo herêmê wekî nîşaneyê ye û ji bo çiyageran xwedî îmkanên baş e.
Tekeltî bi îmkanên teknîkî û nîvteknîkî va çiyageran dikişîne herêmê. Kesên dixwazin dikarin di nav rojê da jî hilpas bibin û vegerin.
Xêncî çiyageran kesên tên herêmê digerin û tebîethez jî çiyê gelekî diecibînin.
Tunç Findikê çiyagerê neteweyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Çiyayê Tekeltiyê bi herêma lê cî digre û heybeta xwe va balê dikişîne.
Findik got kesên tên herêmê miheqeq Çiyayê Tekeltiyê mereq dikin û wiha pê da çû: "Li vê herêmê herî zêde Çiyayê Agiriyê tê zanîn lêbelê gelek çiyayên ji bo hilpasbûnê kêr tên hene.Çiyayê Tekeltiyê jî ji wan çiyan yek e."
Findik bal kişand ku Tekelti çiyayekî balkêş e û wiha axivî: "Girekî ji berf, buz û zinaran pêk tê li gor min eleqeyê dibîne. Li deştê Çiyayek bilind dibe, ji bo çiyagerekî motanî min ev balkêş e, ji ber vê meriv dikare were vê derê."
Sabrî Sarcanê endamê ZÎRVEya Kuluba Çiyagerî û Sporê Tebîetê diyar kir ku li çiyê gelek taybetiyên ji bo hilpasbûnê hene û wiha pê da çû:
"Ji bo çiyageran taybetiya Çiyayê Tekeltiyê ew e ku her demsalê xweşikahiyeke cuda heye. Wekî mînak, zivistanê berf û cemed heye, diakrin hilpas bibin. Havînê dikarin hilasbûnên teknîkî û nîvteknîkî bikin. Li vê derê dema hilpasî çiyê dibin hem destên xwe hem jî lingên xwe bikar tînin. Ev jî ji bo çiyageran balkêş e."