Cüneyt Çelik,Talha Koca,Günay Nuh
15 Mijdar 2023•Rojanekirin: 24 Mijdar 2023
Li Erzirom, Erdexan û Qersê li deverên bilind sir û sermayê tesîra xwe nîşan da û her wiha berf barî.
Li Erziromê baranê li cihê bilind vegerand berf û mijê.
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê cihên bilind bi berfê spî bûn.
Her wiha li Qersê barana ku duh dest pê kir, li cihên bilind vegerand berfê, çiyayên li dora bajêr spîçîl bûn.
Li navenda bajêr jî qiraviyê avêt dar û nebatan.
Li Erdexanê jî li hin girên bilind berf barî.
Li navenda bajêr serê sibehê mijê tesîra xwe nîşan da.