Yakup Bakar
30 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2025
Li Uzumluya navçeya Erzincanê du roj in berf dibare û zarok bi ketina berfê ra xizekên xwe hildan û derketin hevrazan û xwe bi xizek û poşetan dişiqitînin.
Li navçeyê qalindiya berfê heta 8 santêmî zêde bûye. Zarok gihîştin hev û bi xizek û li ser poşêtan xwe dişqitînin.
Li texma Kerhacê zarok ji bo ku xwe bişqitînin û berjêrî jêrê bibin, bi hev ra dikevin pêşbaziyê.
Ji zarokan Betul Gulmezê got, "Berf ket û her der spî bû. Em bi hevalên xwe ra hatin û li vê derê bêhna me derket."
Mehmet Hulusî Nevruz jî wiha got, "Piştî ketina berfê me xizekên xwe derxistin û em xwe bi wan dişqitînin. Em bi topa berfê li hev dixin û dileyîzin."