Jiyan

Li Elezîz, Sêrt, Batman, Şirnex û Bîngolê rêya 746 cih û waran girtî ye

İbrahim Toprak, Fecri Barlık, Suat Öztürk, Ekrem Payan, Emre Ağaçe, Bülent Temiz  | 30.12.2025 - Rojanekırın : 30.12.2025
Li Elezîz, Sêrt, Batman, Şirnex û Bîngolê rêya 746 cih û waran girtî ye

Elazig

Li Elezîz, Sêrt, Batman, Şirnex û Bîngolê rêya 746 cih û waran ji ber berf û bagerê hat girtin.

Li gorî agahiya ji Midûriyeta Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Elezîzê hat wergirtin, ji ber barîna berfê li navendê rêya 3 gundan, li navçeya Aricak û Baskîlê li her yekî rêya gundekî, li Madenê rêya 6 gundan, li Qereqoçanê rêya 40 gundan, li Kovancilarê rêya 22 gundan, li Paloyê rêya 10 gundan û li Sîvrîceyê jî rêya 5 gundan hat girtin.

Ekîb li bajêr xebatên xwe yên ji bo vekirina rêya 88 gundan didomînin.

- Sêrt

Li Sêrtê jî ji ber ketina berfê rêya 221 cih û waran hat girtin.

Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, li navendê 35, li navçeya Erûhê 59, li Şêrwanê 58, li Berwariyê 40, li Qurtelanê 13, li Bayqanê 10 û li Tîlloyê jî rêya 6 cih û waran girtî ye.

Xebatên ekîban ên ji bo vekirina rêyan berdewam in.

- Batman

Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, li navendê gudek, ji navçeyan jî li Beşîriyê 62, li Kercewsê 39, li Heskîfê 6, li Kozlukê 140, li Sasonê jî rêya 91 cih û waran girtî ye.

Ekîb xebatên xwe didomînin ku rêya girtî ya 339 cih û waran veke.

- Şirnex

Li Şirnexê berfa ku duh dest pê kir, tesîra xwe domand û li navenda bajêr stûriya berfê gihîşt 25 santîmetreyî, li cihên bilind jî gihîşt 35 santîmetreyî.

Ji ber berf û bagerê li navendê rêya 5 gundan, li Beyşebabê 11 û li Uludereyê jî rêya 7 gundan hat girtin.

Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û yên Rêbejayê dixebitin ku 23 rêyên girtî vekin.

- Bîngol

Li Bîngolê jî ji ber barîna berfê rêya 75 cih û waran hat girtin.

Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, li navendê rêya 40, ji navçeyan jî li Gencê 25, li Solxanê 6, li Yayladereyê 2 û li Yedîsuyê jî rêya 2 cih û waran hat girtin.

Ji bo vekirina rêyan, 110 personel tevî 53 wesayîtan va xebatên xwe didomînin.

Ji aliyekî din va di dema xebata ekîbên Rêbejayê ya li ser rêbejaya Bîngol-Erziromê da peraneke berazan hat dîtin.

Rev û beza peranê ya li ser berfê bi têlefona mobîl hat kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın