Utku Şimşek
21 Adar 2024•Rojanekirin: 22 Adar 2024
Li Enqereyê ji serê sibê pê va berfê dest pê kir.
Duh li bajêr baran barî, îro jî destê sibê berf barî.
Berfa ku li cihên bilind ên wek Dîkmen û Încekê gurtir barî li ser wesayitan çîlspî kir.
Ekîbên girêdayî şaredariya bajar û navçeyan ji bo ku tesîreke neyînî ya berfê çênebe xoyê li rêyên sereke û kuçeyan reşandin.
Rayedarên meteorolojiyê diyar kirin tê pêşbînîkirin ku berf wê dem demî bibare.