Jiyan

Li Sêrtê li mizgefta ku emrê wê nêzî 9 esran e edeta miqabeleyê

Fecri Barlık  | 20.03.2024 - Rojanekırın : 29.03.2024
Li Sêrtê li mizgefta ku emrê wê nêzî 9 esran e edeta miqabeleyê

Siirt

Mizgefta Mezin a Sêrtê 895 sal berê hatiye avakirin û di çêkirina wê da taybetiyên mîmariya Selçûqiyan heye. Mizgefta ku ji bav û kalan maye, mazûvaniya edeta miqabeleyê dike.

Li gor kitabeya ber deriyê mizgeftê, mizgeft di 1129an da hatiye avakirin. Di meha Remezanê da li mizgefta dîrokî piştî nimêja nîvro bi hev ra xwendina Qur'anê dest pê dike. Ev miqabeleya ku ji suneta Hezretî Muhemed e, li vê mizgeftê tê kirin.

Li mizgeftê mele û feqî Qur'ana Pîroz dixwînin, welatî jî di Qur'anên xwe da wan teqîb dikin. Kesên ku nizanin bixwînin jî guh didin miqabeleyê.

Miftiyê Bajêr Şakir Pînal diyar kir, kevneşopiya miqabeleyê menewiyata mizgeftê zêde dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.