15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
MÛSIL
Li taxên Mûsila bajarê Iraqê yên ku hêzên ewlekariyê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê da kontrol kirin, xelkê sivîl digel talûkeya êrîşan li ber xwe dide û jiyana xwe ya rojane didomînin.
Operasyona ku di 17ê cotmehê da digel kordînasyona artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge û herwiha tevî piştevaniya asîmanî ya hevpeymaniya navneteweyî ku DYA serkêşiyê dike dest pê kiribû, bi pêşvaçûnên li rojhilatê bajar va berdewam e.
Piştî ku rêxistina terorê DEAŞê bajêr kontrol kir, xelkê Mûsilê qedera 2,5 salan ji dinyayê qut bû û herwiha digel vebûna rêya Hewlêr-Mûsilê jiyana rojane ya xelkê hinekî asantir bû.
Niştecihên bajêr ên ku digel pevçûn, şerê kolanan û êrîşên wesayîtên bombebarkirî malên xwe neterikandin û neçûn kampên penaberan, li ber xwe didin ku li ser cih û warên xwe bimînin.
Taxa Gokçelî ku di 3yê mijdarê da bi destê hêzên artêşê hatibû rizgarkirin, vêga devera herî ewledar a bajêr e. Xelkê Gokçelî û yên dewrûberê pêdawîstiyên xwe li bazara ku alavên wê ji bajarê Hewlêrê tê anîn, peyda dikin.
Welîd Zebarî li sûka Gokçeliyê firoşkariya seyar dike. Zebarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan di dîlgirtina DEAŞê da pir kişand, lê wan dîsa jî hêviya xwe qut nekir.
Zebarî diyar kir, DEAŞê kurekî wî kuşt û mala wî xerab kir û wiha dewam kir: "Ew qas tişt anîn serê min û min dîsa jî nexwast ku ez mala xwe û welatê xwe biterikînim. Ji ber vê jî ez firoşkariya seyar dikim û pê debara xwe dikim."
Zebarî der heqê rewşa herêmên rizgarkirî yên Mûsilê da wiha got:
"Piştî ku leşkerên Iraqê Gokçelî hilda bin kontrola xwe, jiyan normalîze bû. Bi Hewlêrê ra bazirganiyê dest pê kir. Xida di serî da gelek pêdivî tên. Piştî ku DEAŞê Mûsil bi dest xist pê va bazara me girtî bû. Ev çend hefte ne mirovan dezgehê xwe vekirin. Erê şer heye, di kuçeyan da pevçûn didomin, lê divê em li ser piyê xwe bisekinin."
Reyan Xalida ku ji taxa Gokçeliyê jî got ku piştî ku Mûsil ketiye destê DEAŞê wan terka malên xwe kirine û dema artêşê tax kontrol kiriye ew wegeriyane Hewlêrê.
Xalidê wiha axivî: "Rewşa li Mûsilê piştî DEAŞê wek mirinê bû. Lê malbat û cînarên min hêvî dikin ku ewê vegerin rojên berê, ez wê hêviyê di wan de dibînim."
Binesaziya av, ceyran û kanalîzasyonê yên li herêmên rojhilata Mûsilê yên ku hatine xilaskirin ji ber pevçûna di navbera milîtanên DEAŞê û artêşa Iraqê xirab bûne.
Li ser kolanan yek têleke ceyranê ya saxlem jî nemaye û boriyên avê jî hemû teqiyane.
Welatiyên ku li taxa Gokçeliyê dijîn ji ber tirs û gefxwarina DEAŞê naxwazin ku navên wan bê weşandin.
Welatî dibêjin ku kesên dewlemend dikarin îdareya xwe bikin, lê halê feqîran pir xirab e. Ew ji xêrxwazan ji bo xwarin, av û kincan alîkariyê dixwazin.