Fatih Gazioğlu
03 Tebax 2018•Rojanekirin: 04 Tebax 2018
OSMANIYE
Li Osmaniyê berhevkirina garisan ya ewil dest pê kir.
Midûrê Daristan û Çandiniyê yê Bajêr Îbrahîm Saglam li gundê Sakizgedîgiyê bi cotkaran re beşdarî berhevkirina garisan bû.
Saglam got ku îsal li herêmê baraneke xweş bariye û ev jî bi kêrî garis hatiye û wiha dewam kir:

"Me îsal li zeviyeke bi qasî 404 hezar dekarî garis çandibû. 350 hezar dekarê vê qalîteya yekemîn bû û 54 hezar jî ya bi qalîteya duyemîn bû. Garisê heb ji axê azotê zêde dikşîne. Ji ber vê çandina wê du caran be wê çaxê azotê li ser axê kêm dike. Divê wê çaxê şûna garis pembû, fistiqê erdê yan jî soya were çandin. Ev ê xêr û bera axê zede bike. Em îsal li bendê ne ku qasî 542 ton garis kom bikin."