Abdullah Tel
03 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
VAN
Di çarçoveya "Projeya Tu Bibe Mêvanê Min" a ku Şaredariya Îpekyoluyê kir rewacê da ekîbeke ji 40 kesî pêk tê çû Aydinê.
Qefleya ku xwendekar, mamoste û rêvebir jî di nav wan da hebûn ji Balafirgeha Ferît Melenê ber bi Buharkenta navçeya Aydinê va hatin oxirkirin.

Ekîba ji 40 kesî pêk tê di çarçoveya bernameyê da wê 5 rojan li wir bimîne û li malên malbat û xwendekarên mazûvan bimînin.
Bi vê projeyê tê xwestin ku têkiliyên dualî yên di navbera herdu navçe û şêniyên wan da pêş kevin.