Haydar Şahin
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 04 Tebax 2018
ANKARA
Li Çubuka navçeya Enqereyê ya ku navê wê bi tirşînê jî tê zanîn jin bi tirşînê debara mala xwe dikin.
Van rojan li Çubukê dest bi komkirina sebzeyan kirin û jinan dest bi mesaiya tirşînê kir. Her sal li Çubukê ji 30 hezar tonî zêdetir tirşîn tê dagirtin. Li navçeyê mezin û piçuk bi sedan ciyên ku tirşînê dadigrin hene û kêmzêde 30 cure tirşîn tê dagirtin. Jinên ku hewşên malan wekî îmalatxaneyan bi kar tînin bi zibarê ji hev ra tirşînê dadigrin.
Sebzeyên li der û dora Çemê Cubukê tên çandin bi sîrke, xweyê û ava saf va tên dagirtin û dibe tirşîn.
Welatî qismeke tirşînê ji bo mala xwe vedişêrin ku zivistanê bixwin, qisma din jî difroşin û pê debara xwe dikin.
- "Yê ku carekê tehma wê mêze dike êdî dev jê bernade"
Yasemîn Yildiza ku li mala xwe tirşînê dadigre got, "Tê bîra min nayê bîra min ez tirşînê dadigrim. Em hemû sebzeyan ji baxçeyên xwe kom dikin. Balîcan, îsot, xiyar, çi tê bîra we em pê tirşînê dadigrin. Hemûyê Taxa Çavundura Jêrîn tirşînê dadigre."
Yilmaz got ku li navçeyê saziyên bi makîneyê tirşînê dadigrin jî hene û wiha axivî: "Kesekê ku carekê ji me tirşînê bistîne her sal tê distîne. Kalê me terîf da bavê me, wî jî terîfa tirşînê da me. Sîrke, av û xweyê dibê zehf baş bin. Li her aliyên Tirkiyeyê tirşînê dadigrin lêbelê ya Çubukê cuda ye. Yê ku carekê tehma wê mêze dike êdî dev jê bernade."
- "Min sê zarên xwe dan xwendin"
Yilmazê axaftina xwe wiha domand: "Sê zarên min hene. Min hersê zarên xwe jî bi tirşînê da xwendin. Ez dahata xwe ji bo zarokên xwe xerc dikim. Şikur ji Xwedê ra me zarên xwe bi keda destê xwe da xwendin."