Pale û xebatkarên ku ji herêma rojhilat û rojhilata başûr ji bo ku di baxçeyên portakal û zeviyan de bixebitin tên Çûkûrovayê, ji bilî roja yekemîn a cejnê navber nedan xebatê û bi şev û bi roj xebitîn.
Xebatkarên ku di zevî û baxçeyên Çûkûrovayê de dixebitin herî zêde ji Diyayarbekir, Şanliûrfa, Van û Şirnakê tên û di seranserê salê de tenê du yan jî sê meh diçin welatê xwe.
Xebatkar li Çûkûrovayê yan di konên bi naylonan hatine nixaftin an li bal xizmên xwe yan jî di xaniyên berbajaran de dijîn. Sibehê zû şiyar dibin û hetanî tariya şevê, rojane bi 37,5 lîreyan dixebitin.
Xebatkarên ku havînê li ber tavê, zivistanê jî li ber sermayê di nav şert û mercên dijwar de ji bo ku debara xwe bikin dixebitin, ji bilî roja yekemîn a Cejna Qurbanê bênavber dixebitin.
-Ji bo me roja ku kar hebe cejn e
Xebatkarên ku di baxçeyên lîmon û portakalan de dixebitin gotin ku roja ku ew dixebitin û heqê nanê xwe qezenc dikin, ji bo wan cejn e.
Serokê Komelaya Navbeynkarên Çandiniyê yê Çûkûrovayê Fevzî Ete diyar kir ku betlaneya xebatkar û paleyan tune, xebatkar û pale sibehê di saet 04.30an de şiyar dibin û dixebitin.
Fevzî Ete got ku xebatkar sibehê taştê naxwin, firavînê jî bi awayekî bêpergal dixwin. Her wiha di nav şert û mercên nebaş de dijîn û rojaneya wan jî pir kêm e û xwediyê kar di qewlê xwe de jî rojaneyên wan belav nake.
Ete bal kişand ser xebatkarên ku bê sîgorte tên xebitandin û wiha got: "Mixabin cejna paleyan rojek e. Pale û rêncber roja cejnê ya yekemîn li mal in û rojên din dixebitin. Ji bo me roja kar hebe cejn e. Roja ku nexebitin ew roj birçî dimînin. Ez jî li bal dostên xwe yên pale dijîm, şert û mercên jiyana wan dibînim û qasî ku ji destê min tê tînim ziman ku pirsgirêkên wan bên çareserkirin û jiyana wan hêsantir bibe."
Di nav paleyan de zarok jî hene. Paleyê ciwan ê 18 salî yê bi navê Umît Mûtlû got ku ew 6 sal e ku paletiyê dike û di cejnê de jî nekaribe biçe malê.
Vedat Gungorê 15 salî jî got ku ew mehek berê bi komeke zarokan re ji Vanê hatiye û wiha axivî: "Ji ber ku em xizan in divê ez bixebitim. Ji ber ku dixebitim nikarim bixwînim jî. Heke perê me hebûya, ez dê him roja cejnê nexebitiyama û him jî biçûyama dibistanê, min ê bixwenda."