Tirkiye

Li Rojhilatê ji ber sir û sermayê welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe

Günay Nuh, Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, Abdullah Söylemez, Hilmi Tunahan Karakaya  | 02.12.2021 - Rojanekırın : 03.12.2021
 Li Rojhilatê ji ber sir û sermayê welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe

Erzurum

Li Qers, Erdexan û Agiriyê ji ber sir û sermayê welatiyan zehmetî kişand.

Li Erdexanê berfa ku duh dest pê kiribû şev bû sedema sir û sermayê.

Li bajêr germahiya hewayê daket binê sifirê, rê û peyarêyan qeşa girt.

Ji bo ku wesayîtên xwe ji sir û qeşayê biparêzin welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe.

Şembelûkên di banê xaniyan da çêbûn jî ji hêla tîmên şaredariyê va tên paqijkirin.

- Qers

Li Qersê ji ber berf û sermayê paceyên wesayitan qeşa girt.

Welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.

Li navçeya Sariqamîşê di banê xaniyan da şembelûk çêbûn, Çemê Acisuyê qerisî.

Li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê jî qalindahiya berfê gihîşt 20 santêmê.

Heywanên kovî li daristanê ji bo xwarinê derketin nêçîrê.

Tîmên Midûriya Herêmê ya 18emîn a Bejahiyê li bajêr berfê paqij dike.

- Agirî

Li Agiriyê jî berfa ku şev dest pê kiribû serê sibê bû sedema sir û sermayê.

Ji ber sermayê rê û dirban qeşa girt, mij û dûman çêbû.

Ji ber qeşa û mijê şofêrên li bajêr û yên li ser rêbejayên bajarên der dû dorê bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.

- Erzirom

Li Erziromê ji ber berfa ku duh barî kuçe û kolanan qeşa girt, tîmên şaredariyê berf û qeşayê paqij kirin.

Li bajêr di banê xaniyan da şembelûk çêbûn, paceyên wesayîtan qeşa girt.

Wesayîtek bi tevahî qeşa girt ku dîmeneke balkêş derkete holê.

Ji ber sermayê şadirwan, hewz û kaniyan qeşa girt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın