İbrahim Atmaca
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
OSMANIYE
Li Çukurovayê beriya ku germa havînê bidiyê, welatiyan dest bi amadehiya çûyîna zozanan kir. Xwediyê pez ji bo ku pez hênik bibe û ji doşaniyê wan zêdetir dahat were, dest pê kirin û pezê xwe dibirin.
Li deşt û gundê Osmaniyeyê welatiyan hiriya mih û kaviran bi hevrîng an jî makîneyên ceyranê birîn û dîmenên xweş derketin holê.
Alî Karayê xwediyê pez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi hatina biharê va hewa germ bû û kesên ku pezê wan hene, dest pê kirin û pez dibirin.
Kara diyar kir, ew her sal dawiya meha nîsanê da pez dibirin û wiha dewam kir: "Jinên me hiriya baş hildidin ya xerab davêjin. Hiriya rind pêşiyê dişon û ziha dikin. Piştî ku hirî ziha dibe, vediçirin û paşê dixin lihêf û balgiyan."
Mehmet Korkmaz jî got ku bi germbûna hewayê va wan jî dest bi amadehiya derketina zozanan kir.