Mehmet Emin Gürbüz,Murat Ataseven
05 Sibat 2025•Rojanekirin: 20 Sibat 2025
Li ser rêbejaya D-100ê li tanga Çiyayê Boluyê berf û mijê tesîra xwe nîşan da.
Ji ber barîna berfê û mija ku cih cihan xwe nîşan dide, li ser rêbejayê li tanga Çiyayê Boluyê mesafeya dîtinê daket heta 40 metreyan.
Li herêma ku keviya rê bi berfê spî bû, di çûn û hatinê da pirsgirêk dernakevin.
Li ser rêbejayê li hêla Duzceyê li tanga Karanlikdere, Bakacak, Taşalti û Dariyeri Hasanbeyê ji ber berf û mijê ajokaran wesayîtên xwe hêdîka ajotin.
Her wiha li ser Otorêya Anadoluyê di navbera gîşeyên Golyaka û kaşên Gumuşovayê da jî berf barî.
Ekîbên rêbejayê jî li herêmên xwe xebatên dijî berfê didomînin.
Ji aliyekî din va li navenda bajarê Boluyê jî berf barî.