Serhat Zafer
05 Sibat 2025•Rojanekirin: 07 Sibat 2025
Li Sêwasê ji ber berf û bagerê rêya 230 cih û waran hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, ji bo vekirina rêyên 230 gundan xebatên ekîban berdewam in.
Di vekirina rêyan da ekîb pêşaniyê didin wan cihan ku rewşên wekî nexweşî, welidîn û wefat lê hene.