Yılmaz Kazandioğlu
04 Adar 2025•Rojanekirin: 05 Adar 2025
Li Wanê ekîbên şaredariyê li ser sînorê Îranê rêyên ku ji ber berfê asê bûne ji hatûçûnê ra vekirin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li ser xeta rê ya 16 hezar kîlomteroyî ya li 13 navçeyan, xebatên maliştina berfê berdewam in.
Ekîbên ser bi Serokatiya Daîreya Çêkirin, Nûkirin û Temîra Rêyan, ji bo vekirina rêyên li ser sînorê Îranê yên ku ji ber berfê hatine girtin, çûn herêmê.
Tevî bahoz û serma û seqemê ekîban, li ser rêyên ku qalindahiya berfê qama makîneyên kar derbas dikir destbikar bûn û rê vekirin.
Li navçeyên Baxçeseray û Başqeleyê jî, ji bo vekirina rêyên 7 gund û gundikan ên ku ji ber berfê asê bûne, xebat didomin.