Rıdvan Korkulutaş,Bülent Temiz,Metin Dere,Ekrem Payan
04 Adar 2025•Rojanekirin: 05 Adar 2025
Li Bîngol û Şirnexê ji ber berf û bagerê rêya 131 cî û waran hat girtin.
Li tevahiya Bîngolê duh berfê dayê û berfa ku ket tengasiyê dide kişandin.
Bi ketina berfê ra rêya 58 gundên ser navendê, ji navçeyan li Adakliyê rêya 6 gundan, li Karliovayê rêya 13 gundan, li Kîxiyê rêya 25 gundan, li Yayladereyê rêya 20 gundan û li Yedîsuyê rêya 8 gundan, bi tevahî rêya 130 gundan hat girtin.
- Şirnex
Li Şirnexê berf ket û rêya gundê Yeşîlozê yê li ser navçeya Beytuşebabê girt.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.