Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hilmi Tunahan Karakaya,Hüseyin Demirci,Yusuf Ayas,Sidar Can Eren
04 Adar 2025•Rojanekirin: 05 Adar 2025
Berfa ku li Erzirom, Qers, Erdexan û Tunceliyê barî, navendên parêzgehan cardin spîçîl kir.
Li Erziromê berfa ku bi şev dest pê kir, heya ber destê sibehê domand.
Li bajarê ku bi berfê spî bû, ekîbên şaredariyê li cihên jê berpirsiyar in, xebata berfê dan destpêkirin.
Navçeya Şenkayayê jî bi berfê spî bû.
- Qers
Li Qersê jî berfê bi şev dest pê kir û heya ber destê sibehê dewam kir. Bi barîna berfê ra Keleha Qersê û avahiyên dîrokî yên li dewrûberê ketin dirûvekî sipehî.
Li navçeya Sariqamîşê welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe avêt.
Ekîbên Şaredariya Sariqamîşê û yên Midûriyeta Herêma 18em a Rêbejayê li deverên jê berpirsiyar in, xebata berfavêtin û rêxwêkirinê dan destpêkirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berfê rûyê erdê dîsa spî kir.
Ekîban li deverên jê berpirsiyar in, xebata berfavêtin û rêxwêkirinê meşand.
Navçeya Goleyê jî bi berfê spî bû.
- Tuncelî
Li Tunceliyê barana ku bi şev barî, ber destê sibehê vegerand berfê.
Bi barîna berfê ra kuçe û kolanên bajêr spî bûn.