Cüneyt Çelik
04 Adar 2025•Rojanekirin: 06 Adar 2025
Li Selîma navçeya Qersê, derdora îstasyona trênê di bin berfê da ma ku 56 sal berê ji hêla Rêhesinên Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) li derdora wê dar hatin danîn.
Îstasyona Trênê ya Selîmê ya ku di sala 1969an da ji hêla TCDDyê li derdora wê dar hatin danîn da ku zivistanan berfa zêde zirarê nede rayên hesin, dîsa bi berfê spîçîl bû.
Darên ku sal bi sal givrik bûn û ji bo rêhesinê bûn wekî dîwarekî parastinê yê siruştî, dîmenekî sipehî dan îstasyonê jî.
Avahiya dîrokî ya di nav îstasyonê da jî bi dîmenê xwe yê newaze tesîrê li mirov dike.
Îstasyona di nav darçaman da û her wiha di bin berfê da, bi dronê hat kişandin.