Şener Toktaş
04 Adar 2025•Rojanekirin: 05 Adar 2025
Hingivê ku li zozanên raqimbilind ên Bidlîsê tê girtin, ji hêla Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk bi işareta coxrafî hat tescilkirin.
Der barê dayîna işareta coxrafî bo hingê Bidlîsê da civîn hat lidarxistin ku ji bo tescilkirinê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Bidlîsê (TSO) di 2023yan da serîlêdan kiribû.
Walî Ahmet Karakaya di civîna li TSOyê da axivî û diyar kir ku gava Bidlîs tê gotin, hingivê bajêr tê bîra mirov.
Di civînê da Ramazan Çolakê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bidlîsê jî pêşkêşiyek kir.
Davut Tezcanê Serokê TSOya Bidlîsê jî diyar kir ku wan ji bo wergirtina işareta coxrafî, di 2023yan da serî li Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk da.
Tezcan di dawiya civînê da Belgeya Tescila Işareta Coxrafî teqdîmî Walî Karakaya kir.