Bülent Temiz,Rüştü Nesip Çiftçi
13 Nîsan 2023•Rojanekirin: 14 Nîsan 2023
Li Kanîreş û Solxana navçeyên Bîngolê berf barî.
Barana ku li navçeyan bi navber dibarî, veguherî berfê.
Berfa ku serê sibê barî, navçeya Kanîreşê spî kir.
Li navçeya Solxanê jî danê nîvro berfê dayê û bi navber dibare.
Ji welatiyên ku li Kanîreşê dijîn Kadîr Uzun diyar kir ku ew ê îsal lastîkên zivistanê yên wesayîta xwe neguherîne û wiha dewam kir, "Îsal zivistana me xweş bû, va ye em ketine biharê, lê berfê cardin dest pê kir. Me hê lastîkên zivistanê ji ser dernexistine."