Sabri Yıldırım
14 Nîsan 2023•Rojanekirin: 24 Nîsan 2023
Li Mûşê kutilka bi şêwaza wê herêmê bi taybet di meha Remezanê de ji ser sifreyên fitarê kêm nabe.
Kutilka bi şêwaza Mûşê ya ku jinên wê herêmê çêdikin, di Remezanê de jî sifreyên fitarê dixemilîne.
Pişrûka savêr, qîmeya goştê golikan, îsota hûr, pîvaz û biharatên curbicur têne sitrandin û kutilk tên amadekirin.
Kutilka ku bi piranî di rojên taybet de tê çêkirin, bi destê jinên ku nêzîkî dema fitarê li hev dicivin, tê amade kirin.
Ji kebaniyan Emîne Yildirimê anî ziman ku ji bo amadekirina vê xwarinê kedeke mezin didin û got, "Çêkirina kutilka pir zehmet e, lê dîsa ji ber lezeta wê jî hêja ye. Di serî de meha Remezanê, li gundan weke kevneşopiyekê di dawetan de jî tê çêkirin. Taybetmendiya wê ya herî mezin ew e ku divê ji goştê golikan ê bibez bê çêkirin. Li herêma Mûşê yek ji wan xwarinên ku herî zêde tên xwarin jî kutilk e."
Gulbahar Yildirimê jî destnîşan kir ku bi salên dûr û dirêj e kutilka Mûşê weke xwarineke vê herêmê tê qebûlkirin û di meha Remezanê de û di dawetan de tê çêkirin ji bo mêvanan tê îkramkirin.