Adsız Günebakan, Mehmet Demir
09 Tebax 2026•Rojanekirin: 09 Tebax 2026
Li Gazîentab û Kahramanmaraşê kelekela germa havînê bandoreke mezin li jiyana rojane dike.
Li Gazîentaba ku germahiya hewayê car caran di ser 40 pileyî ra hat pîvan, kesên ku ji germê aciz bûn, berê xwe dan hewzan.
Abdullah Bulutê xwediyê hewzekî li bajêr diyar kir ku sezona havînê pir bi qelebalixî derbas dibe û wiha peyivî: "Ji ber ku hewa germ e, em mêvanên xwe yên ku ji derveyî bajêr tên jî dihewînin. Bi taybetî rojên dawiya hefteyê qelebalixiyeke mezin çêdibe. Kesên ku li Gazîentabê nikarin herin behrê, hewzên aquayê tercih dikin."
Ji mêvanên ku hatine hewzê Îbrahim Mercan jî da zanîn ku ji ber nekaribûn herin derveyî bajêr ew hatin hewz û got: "Hebûna xizokan ji bo zarokan pir baş e, keça min gelekî kêf kir."
- Kahramanmaraş
Li Kahramanmaraşê jî ku hewaya germ lê bandor dike, termometreyan 39 pile nîşan da.
Ji ber ku pileya germê li ser pileyên asayî yên demsalê ye û rêjeya têhnê zêde bûye, welatiyan ji bo hênikbûnê park, rûbar, hewz û cihên sîber tercih kirin.
Hinek welatî ji bo hênikbûnê çûn herêmên bilind û beravên bendavan, hinek zarokan jî li navçeya Dulkadiroglu di Çemê Erkenezê de xwe hênik kir.