Jiyan

Li Bidlîsê avahiyên dîrokî di binê berfê da man

Serdar Adıyaman  | 01.03.2026 - Rojanekırın : 01.03.2026
Li Bidlîsê avahiyên dîrokî di binê berfê da man Serdar Adıyaman

Bitlis

 Li Bidlîsê bi ketina berfê ra avahiyên dîrokî yên li navçeya Xelatê bi berfê nixumîn.

Goristana Meydanê ya Selçûqiyan ku di Lîsteya Berwext a Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire û li dinyayê ji goristanên herî mezin ên Tirk-Îslamê yek e, qubik, xaniyên şikeft û Pireya Bayindirê di binê berfê da man.

Avahiyên dîrokî di binê berfê da man û dîmena wan bi dronê hat kişandin.

Ahmet Yamliyê ku bi kameraya têlefona destan wêneya avahiyên dîrokî kişand, got ku piştî ketina berfê herêm bedew bû.

Yamli daxuyand ku ew dixwazin berfê têxin firsend û wiha dewam kir, "Kêlikên ku bi berfê hatine pêçan, dîmeneke bê hempa derxistine holê. Me gelek wêneyên vê kêliyê kişandin. Hem dîrok hem siruşt ligel hev in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.