Serdar Adıyaman,Şener Toktaş
28 Mijdar 2023•Rojanekirin: 28 Mijdar 2023
Li Xelata navçeya Bidlîsê çend roj e serma heye û îro jî berf barî.
Piştî berfê her der çîlspî bû.
Welatiyan berfa li ber malên xwe û ya li ser wesayîtên xwe paqij kir.
Ji ber ku li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû welatiyan zehmetî kişand.
Ji welatiyan Ekrem Ekîncî got ev demeke hewa sar bû û wiha axivî: "Îro berf barî. Xelata me bi berfê nixûmî. Dîmenên xweş çêbûn. Înşallah bi bereket be. Bi ya min bereketa berfê zêde ye."
Ekîbên rêbejayê jî li ser rêya Hîzan û Bexçeserayê, Mutkî û Haskoyê, Xelat û Milazgirê û Rehwayê berfê paqij kirin.