Özkan Bilgin
28 Mijdar 2023•Rojanekirin: 30 Mijdar 2023
Li Gurpinara navçeya Wanê piştî ku berf barî û mêrgên zozanan di binê berfê da man, rêncber ji zozanan dageriyan û piştî rêwîtiyeke zor û zehmet digihîjin gomên li navenda bajêr.
Ji bo ku heywanên wan têr bixwin û şîr bidin, rêncber biharê berê xwe heywanên xwe didin zozanan û bi mehan li zozanan dimînin. Bi barîna berfê ra cardin vedigerin gundên xwe.
5 rêncberên ku 7 roj berê ji zozanên Gurpinarê bi sedan serî pez va bi rê ketin ku dagerin. Ji ber berf û sermayê rêncberan li Dirba Kurubaşê ya 2 hezar û 225 raqim bilind e, tengasî kişandin.
Rêncber di rêwîtiya xwe ya dûr û dirêj da tengasiyê dikişînin û ji ber ku berf jî bariye pezê wan di rê da têr nabe.
Ji xwediyên pez Tahir Sonmez ji nûçegihanê AAyê ra got ku bi serma û berfê ra wan keriyên pezê xwe ji zozanan dagerandin.
Sonmez daxuyand ku ew ji Taxa Akdogutê ya Gurpinarê ra ji nav eraziyan ra derbas bûn û wê pezê xwe bibin gomên li Taxa Beyuzumuyê ya Tuşbayê. Sonmez wiha axivî:
"Rêya me bi tevahî 110 kîlomêtre ye û em bi pez ra dimeşin û tên. 7 roj in em di rê da ne. Ji ber ku hewa sar bû û berf dibarî, me 3 rojan heywan birin çewlikeke ser rê. Em 2 şevan jî li derva man.
Em di şert û mercên giran da yên wekî tavî, teyrok û berf û bagerê da li ber xwe didin. Di şertên asayî da divê me heywan bi wesayîtan veguhestana. Lêbelê ji ber ku maliyet zêde bûne, em bi vî awayî hewl didin hem ji alif û hem jî ji ucreta veguhestinê teseruf bikin. Em bira xwe ya 800 serî pezî bi 5 kesan va dibin mal."
Mehmet Bergeyê ku bira xwe li zozanên Taxa Kirkgeçita Gurpinarê diçêrîne jî diyar kir, ew pêşbînî dikin ku îsal zivistan, zehmet derbas bibe.
Berge diyar kir, ji bo teserufa alif wan pez berdaye çêre û wiha dewam kir, "Maliyet pir zêde bûne. Ji ber vê çendê jî em çiqas li zozan bimînin, ji bo me baştir e. Ku hewa jî xweş be, rihetiya me jî çêdibe. Em çay dem dikin, vedixwin, bi hevalan ra sohbet dikin. Lê ku hewa nexweş be, bi tenê guhê me li ser pez e."
Seyfettin Ateşê pezê xwe biriye Taxa Ormeliyê ya Gurpinarê jî wiha axivî, "Em pezê ji zozanan dadigerin ji hev cuda dikin. Yên ku hê dikarin li derva biçêrin, em vediqetînin û berdidin çêreyê ta ku berf barî. Îsal li gorî par berf zûtir barî."